Li Stenbolê 10 kes hatin binçavkirin

Li Okmeydani ya Stenbolê, di serdegirtina polîsan a danê sibehê de 10 kesên endamê Federasyona Ciwanan hatin binçavkirin.

Li Okmeydani ya Stenbolê polîsan îro danê sibehê bi ser Federasyona Ciwanan ve girtin.

Di operasyona saet di 03:00 de 10 kes hatin binçavkirin. Kolanên Okmeydani bi maşînên zirxî yên akrep û TOMA hatin dorpêçandin. Sedema serdegirtinê nehat zanîn.

Kesên di serdegirtinê de hatin binçavkirin Enes Erkûş, Sevcan Adiguzel, Ezgî Dogan, Mehmet Manas Dogay, Sînem Sezer Bunyamîn Kiliç, Yalçin Ozturk, Ahmet Atilgan, Fûrkan Samet Adiyan û Hazal Seçer birin Emniyeta Stenbolê ya li Kolana Vatanê.