Li Stenbol û Enqerê êrîş birin ser avahiyên HDP’ê
Li Stenbolê û Enqerên êrîş birin ser avahiyê HDP’ê yên navçeyan. Li navçeya Umraniyeyê 11 kes li avahiyê asê man.
Li Stenbolê û Enqerên êrîş birin ser avahiyê HDP’ê yên navçeyan. Li navçeya Umraniyeyê 11 kes li avahiyê asê man.
Gelek faşîstên alîgirên AKP-MHP’ê ku li Meydana Bajêr a Sultanbeylî kom bûbûn êrîş birin ser Rêxistina Navçeya Sultanbeyî ya HDP’ê. Hate gotin li avahiyê HDP’yî hene. Hevserokê Navçeyê Burhan Taşdemîr got, ‘’Gelek caran em li emniyete geriyan lê komê belav nake.’’
HDP’yî li avahiyê asê man. Polîs û koma nîjatperest hê jî li ber avahiyê ne.
Her wiha komeke faşîst a li ber avahiya Navçeya Umraniyê ya HDP’ê sekinî alayên HDP’ê şewitandin û kevir avêtin bînahiyê. Polîsan hîç serê xwe bi koma faşîst re neêşandin. 11 kes, ku di nav wan de Hevserokê Navçeyê Damla Savcî jî heye, asê man.
Li Eseneryurtê jî êrîş birin ser navçeyê. Camên bînahiyê hatin şikandin.
KEÇÎOREN Û BATIKENT
Li Enqerê jî êrîş bi ser avahiyên HDP’ê de birin. Li Keçîorenê kmeke nîjatperest bi alayan êrîş bi ser HDP’ê de birin. Wesayiteke HDP’ê hate parçekirin, her wiha xwestin ku HDP’yiyan lînc bikin.
Li Batikentê jî komeke nîjatperest civyaye û ji bo êrîşeke pêkan HDP’ê avahî vala kirine.
AKP-MHP’yî li nêzî avahiya HDP’ê ya li ser kolana Meşrûyetê bi dirûşman diğerin.