Li Stenbol û Şirnexê operasyona qirkirina siyasî
Hate zanîn ku duh di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Stenbolê herî kêm 20 kes hatine destgîrkirin. Her wiha li Şirnexê jî endamekî HDP’ê di ketina navçeyê hatiye destgîrkirin.
Hate zanîn ku duh di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de li Stenbolê herî kêm 20 kes hatine destgîrkirin. Her wiha li Şirnexê jî endamekî HDP’ê di ketina navçeyê hatiye destgîrkirin.
STENBOL
Duh di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li gelek navçeyên Stenbolê polîsan operasyonên hemwext pêkanîn.
Li gorî agahiyên ku hatin bi destxistin di operasyona ku di çarçoveya lêprisîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de tê rêvebirin, herî kêm 20 hatin destgîrkirin.
Navê hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Mûrat Yaşa, Erkan Çakan, Mazlûm Ozbey, Erdogan Ozbey, Tûgay Ozbey, Ayhan Ekmekçî, Îzzet Ozmen, Mazlûm Kaya, Ahmet Kaya, Omer Geyîk, Bariş Koşar, Ramazan Ozdemîr, Îbrahîm Guler, Mûrat Metîn, Zehra Yilmaz.
ŞIRNEX
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di ketina navçeyê de polîsan endamê HDP’ê Mustafa Dal destgîr kir. Hêceta destgîrkirina Dal nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.