Li Stasyona herî mezin a Londra çalakiya Kobanê
Li Stasyona herî mezin a Londra çalakiya Kobanê
Li Stasyona herî mezin a Londra çalakiya Kobanê
Li stasyona trênê ya Kings Cross Saînt Pancras a li Londra herî mezin e û seferên navneteweyî lê tên kirin çalakiya piştgiriya ji bo Kobanê lê pêk hat.
Şevê din heya sibehê tevî baran û hewaya zêde sar jî jinên li ber parlamentoyê çalakiya rûniştinê pêk anîn îro jî heya saetên şevê çalakiya xwe dewam kirin.
Di saetên şevê de bi armanca piştgiriya çalakiyê bi sedan kes herikîn ber parlamentoyê. Girseyê zêdetirî saetekê cadeya mezin a li rex parlamentoyê ji hatinûçûnê re girtin.
Bi sedan polîsên hatin qadê nikarîbûn girseyê rawestînin. Piştî çalakiya girtina rê girseyê tevî astengiya polîsan jî meşiyan.
Girse demekê li ber avahiya Serokwezîrtiyê rawestiya ji wir jî ber bi Qada Trafalgar Square ve meşiya.
Li gel meşê li istasyona Kings Cross Saînt Pancras a li Londra herî mezine û seferên navneteweyî lê tên kirin çalakî hat destpêkirin. Zêdetirî 50 ciwanan li îstasyonê çalakiya rûniştinê pêk anîn û dirûşm gotin.
Çalakiya rûniştinê hîna dewam dike.