Li Spanyayê partiya yekemîn a anketan destek da Kurdan

Li Spanyayê partiya yekemîn a anketan destek da Kurdan

PODEMOS, tevî ku di sala 2014'an de ava bûye jî di anketan de weke partiya yekemîn tê dîtin, bi daxuyaniyekê ragihand ku divê xwedî li gelê Kurd ê berxwedêr bê derketin.

Endamên PODEMOS ê partiya çep a radîkal û ciwan, ku ji nav tevgera bêzaran derketine holê, dawiya vê hefteyê kongreya xwe lidar xistin. Di kongreyê de, ji bo sekreteriya giştî ya partiyê Pablo Iglesias ê 36 salî hat hilbijartin. Iglesias bi rêjeya ji sedî 88,7 ê dengan, yanî bi 95 hezar 311 dengan hat hilbijartin.

Iglesias ê axaftineke dirêj kir got, "Zehmetiyên rasteqîn ji niha û pê ve destpê dikin" û bal kişand ser hilbijartinên giştî yên Mijdara 2015'an. Iglesias ku profesorê zanistên siyasî ye got, "Dema heqaret li we hat kirin, dema derew li we hat kirin, dema bi ser we de dengê xwe bilind kirin, hûn bi tenê bikenin. Ji ber ku em ê bi ser bikevin."

Di kongreya partiyê de, nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû jî weke mêvan amade bû. Iglesias di axaftina xwe de diyar kir ku nûnerekî Kurdan jî di kongreya wan de amade ye û destnîşan kir ku girîng e xwedî li gelê Kurd ê berxwedêr were derketin. Iglesias got, "Şervanên leheng ên gelê Kurd" jî bibîr anî.

Nûnerê HDP'ê Dorû jî weke axaftvan beşdarî du panelan bû û têkoşîn û pêşniyarên çareseriyê yên gelê Kurd vegot.

Dorû wê roja Çarşemê jî beşdarî konferansek bi mijara rewşa Êzidiyên Şengalê bibe.

PARTIYA JI NAV TEVGERA BÊZARAN DERKET

PODEMOS, ku li dijî çîna siyasî ya nelirê xwedî îdîaya nûnertiya gel e, tê wateya "Em dikarin bikin".

Piraniya partiya ku ev 10 meh in ava bûye, ciwan in. Partiya radîkal û ciwanan a ji nav "tevgera bêzaran" derket û di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê yên 25'ê Gulanê de ji sedî 8 ê dengan stend û 5 kursî bi dest xist, piştî çar mehan di anketan de bû partiya yekemîn. Li gorî anketan PODEMOS bi rêjeya ji sedî 22-27'an, li hemberî du partiyên mezintirîn ên Spanyayê PSOE a sosyalîst û PP a rastgir, li ber xwe dide.