Li Somayê di 2. salvegerê de lêgerîna edaletê didome
Li Somayê ji ser qetlîama madenê ya ku 301 karker hatibûn kuştin, 2 sal bihurîn.
Li Somayê ji ser qetlîama madenê ya ku 301 karker hatibûn kuştin, 2 sal bihurîn.
Li navçeya Soma ya Manîsayê, di qezaya 13’ê Gulana 2014’an de li gor hejmarên fermî li Kana Eynezê 301 karker hatin qetilkirin.
Ji ser qetlîamê 2 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de sendîka, odeyên pîşe, hiqûqnasan bi dehan rapor amade kirin. Tevahî rapor jî diyar dikin ku ji ber tevdîrên kar pêk nehatine mirin çêbûne û qetlîam li ber çavan pêk hatiye.
Heta îro yek rayedarê hikûmetê jî îstîfa nekirine û her wiha yek rayedar jî dernektiye pêş darazê.
DOZ DIDOME
Di doza li Dadgeha Ceza ya Akhîsarê de 6 jê girtî 45 kes tên darizandin. Di pêvajoya lêpirsînê de 8 kes hatin girtin, sala bihurî 2 kes hatin tehliyekirin. Di nav tewanbaran de Serokê Desteya Rêveberiyê ya Holdînga Somayê Can Gurkan jî heye.
Tevî der heqê wezîfedarên gelemperî lêpirsîn hene jî heta îro ev lêpirsîn bi dawî nebûye an jî doz nehatiye vekirin.