Li Solothûrnê piştgirî ji Leyla Guven re hate dayin
Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin û piştgirî ji wekîla HDP'ê Leyla Guven re hate dayin ku di greva birçîbûnê de ye.
Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin û piştgirî ji wekîla HDP'ê Leyla Guven re hate dayin ku di greva birçîbûnê de ye.
Çalakî ji aliyê ciwanên çep-sosyalîst ên Swîsreyî û Civaka Demokratîk a Kurd a Solothûrnê ve hate organîzekirin û li ber Katedrala St. Ûrsenê pêk hat.
Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan, belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û bang li raya giştî hate kirin.
Çalakger ji bo balê bikişînin ser roja 43'an a greva birçîbûnê ya Guven bi findan hejmara 43 hate nivîsandin.
Di çalakiyê de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.