Salvegera damezrandina PKK'ê li Swîsreyê hate pîrozkirin

Li bajarên Solothûrn û Lûzernê yên Swîsreyê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê, bi pêşengiya Tevger Ciwanên Şoreşger meş û mîtîngek ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina PKK'ê hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li ber Navenda Civaka Kurd li hev civiyan, bi pankarta bi nivîsa "Ji bo serketina PKK'ê bijî HPG, bijî YJA Star", bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan û alên PKK'ê meşiyan. Piştî meşê li qada 1'ê Gulanê mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û Koma Govendê ya Zarokan a Agirî Welat hunera xwe pêşkêş kir. Beşdarên çalakiyê jî li dora êgir govend gerand.

LÛZERN

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li bajarê Lûzernê jî bi meşeke bi meşaleyan û mîtîngê hate pîrozkirin.

Meşê li ber pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" bi posterên Ocalan û alên PKK'ê ji Muhlenplatzê dest pê kir.

Dûre li Helvetîaplatzê mîtîngek hate lidarxistin û nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê û CDK Lûzernê axivîn. Qisekeran salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.