Li Solothûrn û Frîboûrgê çalakiyên azadiya Ocalan

Li ser banga KCDK-E’yê li bajarên Frîboûrg û Solothûrn a Swîsreyê bi sirûda “Ji Rêber Apo Re azadî, Xwedî Li Efrînê Derkevin” çalakiyek lidar xistin.

FRÎBORG

Bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan li qada navenda Frîboûrgê ji bo ‘Azadiya Ocalan û Xwedîderketina Efrînê’ mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiya posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, YPG, YPJ û HDK’ê hatin bilindkirin de, daxwaza azadiya Ocalan kirin, her wiha êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê jî protestokirin.

Di çalakiya belavokên bi zimanê Fransî hate belavkirin de, dirûşmên “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin. Hevberdevkê NCDK a Swîsreyê li vir axivî û wiha got: “Azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd, diyar kir ku divê demildest êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê bên rawestandin.”

Çalakî bi xwendina belavoka bi zimanê Fransî û şûnde bi dawî bû.

SOLOTHÛRN

Di çalakiya bi sirûda “Cîhaneke din bi pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mimkûn e” tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û êrîşên li hember Efrînê hate protestokirin. Di mîtînga belavokên bi zimanê Elmanî hate belavkirin û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrikirin de, bi rêveberên Kantonê re hevdîtinek hate lidarxistin. Piştî ku dosyayek ji bo rêveberên Kantonê hate pêşkêşkirin û şûnde mîtîng bi dirûşman ve bi dawî bû.