Li sînorê Kobanê zincîra ji mirovan

Li sînorê Kobanê zincîra ji mirovan

Li gundê Bethê yê li sînorê Kobanê yê Pirsûs bi sedan kesan zincîra ji mirovan çêkirin û berxwedana Kobanê silav kirin.

Di 21. roja berxwedana Kobanê de li gundê Bethê yê Pirsûs ku li sînore Kobanê ye bi sedan destên xwe dan hev û zincîra ji mirovan çêkirin.

Girseyê dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bê serok jiyan nabe”, “YPG dimeşe erd û ezman diheje” gotin.