Li sînorê Kobanê banga nimêja Înê

Li sînorê Kobanê banga nimêja Înê

Tevgera Sulh û Edaletê  bi armanca ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê prostesto bikin ji bo nimêja Înê ya wê li gundê Dewşen a sînorê Kobanê bê kirin banga tevlibûnê li gel kir.

Şer û pevçûnên li Kobanê yên di navbera YPG û DAIŞ’ê de her diçe dijwar dibe û protestokirina çeteyên DAIŞ’ê di serî de li sînorê Kobanê û hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berdewam dikin. Tevgera Sulh û Edaletê û Şaxa Mazlum-Der a Rihayê jî bi armanca êrîşan şermezar bikin û balê bikişînin ser şer û pevçûnên li Kobanê wê li gundê Dewşen a girêdayî Pirsûsa Rihayê nimêja Înê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê wan helwesta xwe li cem gelê Misliman derxistine holê û got: “Em hemû gelê xwe dawetî nimêja Înê û xutbeya ku li Gundê Dewşen tê xwendin dikin.”