Li Sîncanê du girtiyên nexweş xistin hucreya yek kesî

Li Sîncanê du girtiyên nexweş xistin hucreya yek kesî

Li  girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê piştî êrîşa 6’ê mijdarê du girtiyên nexweş xistin hucreya yek kesî. Parlamenter Ayla Akat Ata, jî rewaşa girtiyên Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê bir Meclisê.

Girtiyê nexweşê pençeşêrê Erol Zavar û girtiyê bi navê Serdar Polat ku bi birîndarî hat girtin, di nava girtiyên ku li dijî kamerayên ku hucreyên wan 24 saetan dişopîne derketin û xistin hucreyê, de cih digire.

Girtiyên li dijî kamerayên li hewadankê hatin bicihkirin derketin, di 6’ê mijdarêde rastî êrîşê hatibûn. Leşker û gardiyanan bi 13 koxuşan de girt, li girtiyan xistin û piştre ew xistin hucreya yek kesî.

Di nava girtiyên ku xistin hucreyê, nexweşê pençeşêra mesaneyê Erol Zavar jî hebû. Zavar  ji ber nexweşiya xwe gelek caran emeliyat bibû û di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire.

Girtiyên din jî, Serdar Polatê ku bi birîndarî xistibûn girtîgehê bû. Polat di êrîşa li dijî avahiya Midûriyeta Giştî ya Polîsan a di 20’ê îlonê de pêk hat bi giranî birîndar bibû û tedawiya wî jî di nîvê de mabû.

AYLA AKAT ATA PÊŞNÛME DA

Parlamentera BDP’ê ya Êlihê binpêkirina mafên li Sîncantê pêk hat bir meclisê. Ata da zanîn ku Erol Zavar  nameyek jê re şandiye got pêkanînên dij mirovahiyê derdixe holê. Ata wiha got: “bi kamerayên li hewankê hatine bicihkirin, hucreyên ku girtî radizên jî dişopîne û 24 saetan tiştên ku dikin qeyd dike.

Ata got di 6’ê mijdarê de êrîşê girtiyên ku ev pêkanîn protesto kirine, kirin û got: “Li girtîgehên Tîpa F  girtî di bin tecrîdê de ne. 24 saetan girtiyan dişopînin.  Ev polîtîkayên şîdet û tacîzê nayê qebûlkirin.

Ata  di pêşnûmeyê de ev pirs pirsî: “

Şopandina girtiyan bi kîjan sedemê pêwist hatiye dîtin?

Der barên binpêkirinên mafan de ji sala 2002’an heta niha  çend serlêdan li wezaretê hatiye kirin; naveroka gilîkirinan û li gorî girtîgehan belavkirina wan?

Der barê binpêkirinên mafan de li girtîgehan der barê çend personelan de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Di kîjan astê de ne?

Ev du roja li girtîgeha Sîncanê xwarin û dermanan nadin 60 girtiyî sedema vê çiye?

Berpirsê vê kîn e?