Li Sîncanê 6 girtiyên nexweş di sînorê mirinê de ne
Li Sîncanê 6 girtiyên nexweş di sînorê mirinê de ne
Li Sîncanê 6 girtiyên nexweş di sînorê mirinê de ne
Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 ya Sîncanê nexweşên giran A. Samet Çelik, Hasan Alkış, Burhan Kaya, Mansur Tekîn, Mehmet Yalçin û Cengiz Eker, li gel raporên "Nikarin di girtîgehê de bijîn" dîsa nayên berdan û girtî ne. 6 girtiyên nexweş terkî mirinê kirine.
Girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giranin li gel raporên nexweşxaneyan ên "Di şert û mercên girtîgehê de nikarin bijîn" dîsa jî serbest nayên berdan. Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 ya Sîncanê nexweşên giran A. Samet Çelik, Hasan Alkiş, Burhan Kaya, Mansur Tekin, Mehmet Yalçin û Cengiz Eker, li gel raporên "Nikarin di girtîgehê de bijîn" dîsa nayên berdan. Girtiyê Sîncanê Abdulhemît Babat di derbarê rewşa girtiyên nexweş de nameyek nivîsand û xwest her kes li hemberî rewşa girtiyên nexweş hîstyar tev bigerin.
Babat diyar kir ku, lazime di çarçoveya pakêta darazê ya 3'emîn de girtiyên nexweş serbest bihatiban berdan û lê dîsa girtiyên nexweş nayên berdan û di sînorê mirinê de dijîn. Babat da zanîn ku, ew difikirîn ku bi vê pakêtê girtiyên nexweş li derve bên dermankirin, lê tu gav nehat avêtin û wiha got: "Ji ber ku tu gav nehatin avêtin hevalê me Şahabettin Yucel li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Girtiyên nexweşên giran jî roj bi roj nêzî sînorê mirinê dibin. Li gel raporên nexweşxaneyê hevalên me yên nexweş nayên berdan. Serokwezîr Erdogan dibêje 'Ji bo ku xwîn neherike ger ku hewce be ez dê dest ji hilbijartinê jî berdim.' Lê niha li girtîgehan bi sedan mirov terkî mirinê hatine kirin. Niha li girtîgehan gelek girtî rewşa wan giranin. Divê li derve bên dermankirin. Çima nayên berdan û çima li nexweşxaneyên baş nayên dermankirin."
Babat di nameyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha rewşa wan vegot:
A. Samet Çelik: Nêzî 20 salin ev hevalê me girtî ye. Nexweşê pençeşêra Lenfê ye. Lazime mejiyê hestî bê neqilkirin. Heta niha gelek kesan xwest alîkarî bidin. Lê rayedarên girtîgehê nebû alîkar û astengî derxist. Rewşa wî girane.
* Burhan Kaya: Girtiyê nexweşê Kronikê ye. Obstruktif Li gel vê nexweşiyê, nexweşiyên mîde, rovî, fitixa piştê û gelek nexweşiyên din li ser hene. Ji bo kezeba wî xetimiye alîkariyê ji tupê oksîjenê digire.
* Cezgin Eker: Girtiyê nexweşê Nebesiya dil a Kronerê ye. Anjo bûye. Stend xistine 2 damarên wî. Damarê wî ji sedî 70-80'an hatine girtin. Gelek nexweşiyên din jî pêre hene.
Hasan Alkiş: 20 salin girtî ye. Lazim bû di sala 2000'an ji dil emeliyat bibe, lê di sala 2004'an de emeliyat bû. Di sibatê de emeliyata dil a vekirî bû. Saziya Tipa Edlî di 24'ê Adar û 9'ê nîsana 2004'a de rapora nikare li girtîgehê bijî da. Di sala 2008 û 2010'an de îltihaba pankreatif derbaz kir. Di sala 2011'an de ji ziravê xwe emeliyat bû. Di mejiyê wî de timora 3 x 1.5 santîm heye. Roj bi roj rewşa wî giran dibe.
Mensur Tekin: 4 salin girtî ye. Di mejiyê wî de ûr heye. Ji bîrkirinek mezin pêre çêbûye nikare li xwe binêre. Laşê wî diwerime û nikare bêhnê bistîne. Nikare li ser xwe bimeşe. Pir caran derdikeve tuwaletê û nikare li xwe binêre.
Mehmet Yalçin: 22 salin girtî ye. Nexweşiya şekir, astim û dil pêre heye. Emeliyata dil bû. Dem dem li ser hişê xwe diçe. Nikare di şert û mercên girtîgehê de biji.