Li Şêxmeqsûdê 2 zarokên din hatin kuştin
Li Şêxmeqsûdê 2 zarokên din hatin kuştin
Li Şêxmeqsûdê 2 zarokên din hatin kuştin
Bombebarana hêzên rejîma Baas a li dijî Taxa Şêxmeqsûd didomin. Di bombebarana serê sibehê de 2 zarokan û jinekê jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî bi jehrê ketin. Hate ragihandin ku di bombebaranê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li hemberî Taxa Şêxmeqsûd a Helebê didomin. Îro jî saet di 03.00’an de helîkopterên rêjîmê 2 caran tax bombebaran kirin. Yek ji bombeyên ku hatin avêtin li mala welatiyekî li nêzî kolana El-Zihûr ket. Hate ragihandin ku di encamê de 2 zarokên bi navê Bekir Yûnis û Yehya Yûnis jiyana xwe jidest dane û 16 kesên ku 5 ji wan ji heman malbatêne jî bi jehrê ketin.
Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Efrînê. Ji birîndaran jina bi navê Xebîr Nedaf li Efrînê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ku doxtoran dane ji ber dumana bombeyên hatine avêtin 16 kes birîndar bûne, rondik ji çavên wan tên, vedirişin û ji ser hişê xwe çûne. Hate ragihandin ku yek ji birîndaran ji herdu çavên xwe kor bûye. Doxtoran got ku gaza hatiye bikaranîn gaza bi navê “siyanîd” e.
Şahidan jî diyar kirin ku bombeyên ji helîkopteran hatine avêtin wek qutiyên xwarinê bûne.