Li Sêrtê kesekî din jî jiyana xwe ji dest da

Li Sêrtê kesekî din jî jiyana xwe ji dest da

Li Sêrtê çalakiyên bo Kobanê didomin û di dema êrîşa cerdevan û xwediyê stasyona benzînê kesê bi navê Kamuran Taş jiyana xwe ji dest da.

Di çalakiyên roja Çarşemê de cerdevan û xwediyê petrola Kaymaz gule barandibû ser gel û Zekî Ceylan û Kamuran Taş bi giranî birîndar bibûn. Taş ê ku rewşa wî giran bû vê sibê jiyana xwe ji dest da.

Serokê ÎHD’a Sêrtê Zana Aksu got: “Kamîl Taş  ê duh rastî êrîşa cerdevan û xwediyê Kaymaz Petrok hat vê sibê jiyana xwe ji daye.

Aksu diyar kir ku ev sê roj e ji bombeyên gazê pirtir guleyên rastî tên bikaranîn û ji ber vê yekê jî 4 kes bûne hedefa guleyên rastî.

Li Misircê du kes ji aliyê şaredarê AKP’î û malbata wî ve hatine qetilkirin û li Sêrtê jî kesê 17 salî bi guleya polîsan hatiye qetilkirin.

Her wiha Aksu da zanîn nûçeya çapemeniya Tirk a ‘welatiyê al danî xwarê ji aliyê xwediyê kargehê ve hate kuştin’ jî derew e û ew kes ji aliyê cerdevanan ve hatine kuştin. Aksu got ku bûyera daxistina alê teqez derew e û divê kes bi vê bawer neke.