Li Sêrtê ciwanekî diya xwe kuşt, birayê xwe birîndar kir

Li gundê Derawid ê navçeya Sêrt Dihê, Ahmet Azgan (20) ê tê îdîakirin madeya narkotîkê bi kar tîne, diya xwe kuşt û birayê xwe M. Azgan (18) bi giranî birîndar kir.

Li gundê Derawid ê navçeya Sêrt Dihê, Ahmet Azgan (20) ê tê îdîakirin madeya narkotîkê bi kar tîne, li malê bi tivingê diya xwe kuşt û birayê xwe M. Azgan (18) bi giranî birîndar kir.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Azgan ji ber krîza tê de bû, bi tivinga nêçirê gule berda serê diya xwe Şukriye Azgan. Birayê wî xwest tivingê ji destê wî bigire, lê gule berda birayê xwe. Dayik Şukriye Azgan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, birayê wî M. Azgan (18) ê ji zikê xwe bi giranî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Azgan hat binçavkirin û ew birin Qereqola Jendermeyan a Navçeya Dihê.

Cenazeyê Şukriye Azgan ji bo otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ye. Hat ragihandin ku rewşa birayê wî yê birîndar jî, nebaş e.