Li Sêrtê 8 kes hatin binçavkirin
Li navenda Sêrtê û navçeya Berwariyê 8 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Sêrtê û navçeya Berwariyê 8 kes hatin binçavkirin.
Ji ber operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP'ê, her roj bi dehan kes tên binçavkirin.
Li taxên Ûlûs, Conkbayir û Bariş ên Sêrtê, li navenda navçeya Berwarî û gundê Hêşetê, tîmên taybet ên polîsan û leşkeran danê vê sibehê avêtin ser malan. Tevî endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mûzaffer Akan, serokê berê yê BDP'ê yê Berwariyê Temel Ozer jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.
Li navenda Sêrtê Mûzaffer Akan, Kasim Yildiz û Kerem Silik, li navenda Berwariyê Temel Ozer, Sidik Yilmaz û Abdulbarî Temel, li gundê Hêşetê Vahdettîn Aydin û kesê bi navê Yûsûf ê paşnavê wî nehat zanîn hat binçavkirin. Welatiyên li Sêrtê hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê, yên li Berwariyê hatin binçavkirin jî birin Qereqola Jendermeyan a Berwariyê.