Li Serêkaniyê duh êvarê berxwedanê berdewam kir

Li Serêkaniyê duh êvarê berxwedanê berdewam kir

Çalakiya runiştinê ya ku bi armanca piştevaniya bi Rojava re li Serêkaniyê pêk tê, ligel êrîşa polîsan a bi gaz û ava şid bi berxwedanek mezin berdewam kir. Parqa Uç Fîdan ji aliyê polîsan ve hate dorpêşkirin û çalakgeran diyar kirin ku di çalakiyê de rastî zilman polîsan hatine lê çalakiya wan gihiştiye armanca xwe. Bi sedan kesên destûr ji bo têketina wan nehat dayîn, li Wêranşarê dest bi nobetê kirin.

Çalakiya Nobetê ya li Serêkaniyê bi armanca piştevaniya bi Rojava re pêk hat, ligel zext û êrîşên polîsan gihişt armanca xwe. Polîsê kon ji erdê r akirin, welatiyên ji bajarên din dihatin, asteg kirin û bi bombeyên gazê êrîş dikir, duh êvarê Parqa Uç Fîdan dagir kirin. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, parlamenterên BDP’ê Nursel Aydogan, Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu, Erol Dora, Îbrahîm Bînîcî jî di nav girseyê de bû. Polîsan barîkat li ber parqê danî û nehişt gel bikeve parqê. Di navbera ciwan û polîsan heta derengiya şevê pevçûn pêk hat. Piştî dagirkirina polîsan rabû, bi sedan kesî li ber stranên hunermend Ferhat Tunç govend gerand.

ÇALAKÎ GIHIŞT ARMANCA XWE

Emîne Ayverdî ya ji Amedê, Vedat Oruçê 42 salî yê ji Bedlîsê hatibû, Şîrîn Işik yê ji Mêrsînê htaibû, Cejna Saruhan ya 20 salî ya ji Sêrtê h atibû, Zelîha Ozkan ya 61 ya ji Pirsûsê hatibû, Mustafa Alay yê 73 salî yê ji Amedê hatibû axivîn û diyr kirin ku di rê de rastî zilman polîsan hatine û lê ligel her tiştî çalakiya wan gihiştiye armanca xwe. Çalakgeran da zanîn ku aştî biz ilmê nayê û divê dewlet çi dixwaze bike pêk bîne.

LI WÊRANŞARÊ PEVÇÛN

Welatiyên ji ber astengiya polîsan nekarin biçin Serêkaniyê li Wêranşarê  çalakî pêk anîn .ciwanan li taxa Şirnexê li ser Riya Amedê rê li Trafîkê girtin û dirûşme berzkirin. Ciwanan heta derengiya şevê bi polîsan re ketin pevçûnê.

Li aliyê din welatiyên ji Amedê hatin û rastî astengya polîsan hatin, di derketina Wêranşarê de hatin rawestandin. Her wiha gelek welatiyên ji bajarên din hatibûn jî hatin astengkirin. Li ser vê yekê çalakî pêk anîn.