Li Serêkaniyê ala Konseya Bilind a Kurd hat daliqandin
Li Serêkaniyê ala Konseya Bilind a Kurd hat daliqandin
Li Serêkaniyê ala Konseya Bilind a Kurd hat daliqandin
Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar yên ji 16’ê tîrmehê destpêkiribûn , ji duh de cihê da bêdengiyê û hêzên YPG’ê yên ku kontrol di destê wan de ye, ala Konseya Bilind a Kurd li ser avahiya Ofîsa Xurekê daliqand.
Li bajarê Serêkaniyê di navbera YPG û El Nusra de pevçûnên dijwar destpêkiribû û pevçûnan di roja 4’emîn de yanî di 19’ê tîrmehê de hêzên YPG li Deriyê Sînor yê Ceylanpinarê ya Rojava û cihên stratejîk alên YPG’ê daliqandibûn. Hêzên YPG’ê di yekemîn salvegera Şoreşa Rojava de li Serêkaniyê li avahiya Ofîsê ala OSO daxistibû û alên YPG’ê daliqandibû. Di 11’emîn roja pevçûnê de YPG ku hemû kontrola bajar di destê wan de bû ala Desteya bilind a Kurd li avahiya Ofîsa Xurekê daliqand.
Li aliyê din li Serêkaniyê pevçûnên di navbera YPG û eniya El Nusra de didomiya ji duh de bêdeniya xwe diparêze.