Li ser sînorê Kirmaşanê kolberek hate qetilkirin, 2 kolber jî birîndar bûne

Hate ragihandin ku li Şêx Sela ya bajarê Salasê yê eyaleta Kirmaşanê hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberan hate kirin. Di êrîşê de kolberek hate qetilkirin û 2 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji hêrêmê hatine ragihandin li Şêx Sela ya bajarê Salasê yê eyaleta Kirmaşanê rejîma Îranê ji nêz ve gule li kolberan reşandiye. Hate diyarkirin ku li vê derê kolberê bi navê Borûmend Behramî hat qetilkirin, kolberên bi navê Erkan Behramî û Hoşyar Nemamî jî hatin birîndarkirin. Kolberan û gelê herêmê kolberên birîndar rakirin nexweşxaneya Ezgeleyê. Hate ragihandin ku rewşa kolberên birîndar giran e.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di 1’ê Mijdarê de rapora êrîşên li ser kolberan a di meha Cotmehê de eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Cotmehê de rejîma Îranê 6 kolber qetil kiriye û 14 kolber jî birîndar kiriye.