Li ser sînorê Îran-Pakîstanê 2 zêrevanên şoreşê hatin kuştin

Li eyaleta Belûcîstanê ya li ser sînorê Îran-Pakîstanê di navbeyna Spay Pasdar (Zêrevanên Şoreşê) û komên çekdar de şer derket. Di şer de hate gotin 2 Zêrevanên Şoreşê hatine kuştin.

Li eyaleta Sîstan-Belûcîstanê ya li başûrê rojhilat ê Îranê li navçeya Servanê derengiya şevê di navbeyna Zêrevanê Şoreşê û komên çekdar de şer derket. Hate gotin di şer de 2 Zêrevanên Şoreşê hatin kuştin.

Li herêma ku şer lê derketî, Ceyşeul Adl ku Îranê weke ''rêxistina terorê'' ragihandiye, bi îdîaya ku ''mafê gelê Sinnî yê Belûcî'' diparêze li dijî rêveberiya Tehranê têdikoşe.

Li heman herêmê bihara par 14'ê leşkerên Îranê hatibûn desteserkirin. Leşker di navbeyna Îran û Pakîstanê de bûbûne sedema krîzê, piştre bi hewldana Pakîstanê leşker hatibûn berdan.