Komên çekdar 3 wesayitên ku 42 welatiyên ji Kobanê ber bi Serêkaniyê ve bi rêketibûn revandin. Herwiha şervanên YPG'ê jî tangek rûxand.
Li Serêkaniyê komên çekdar ên ji aliyê Tirkyayê ve derbasî bajêr bûn, di navbera wan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)'de şer rûda. Îro di derdora seet 18.00'an de 3 otobîsên ku 42 welatiyên sivîl têde hebûn, ji aliyê Tilebyed ve berê xwe dabûn Serêkaniyê daku ber bi Başûrê Kurdistanê birêkevin.
Di despêka Serêkaniyê komên çekdar ew destserkirin û berê wesayitan dan deverekî nediyar.
Her wiha çavkaniyên diyar kir ku şervanên YPG'ê li beranberî nexweşxaneya Serêkaniyê tangek ji 5 tangên ku ji Tirkiyê derbasî Serêkaniyê bibûn bi temamî rûxandin.