Li ser rêya Bendava Farqînê teqîn

Di qulêreke li binê rêya Bendava Farqînê de, teqînekê rû da.

Di navbera gundên Boşat û Sedeqne yên navçeya Amed Farqînê de, li qulêreke rêya ber bi bendava Farqînê teqînekê rû da. Hate hînbûn ku ji ber teqînê qulêr nema dikare bê bikaranîn.

Li derveyî Farqînê polîsan bi wesayîtên zirxî bend danîn ser rêya kolana Buyukçeşme û nahêlin gel ber bi herêmê ve biçe.

Rêya ku teqîn lê pêk hat, ji hev qut bû û 10 metre dûrî cihê teqînê, tupekî biçûk hat dîtin.  Li aliyê din bi  gelek wesayîtên zirxî û leşkeran li herêmê operasyon hat destpêkirin.