Li ser qedexekirina PKK'ê wê li Meclîsa Elman daxuyanî bê dayin

Li ser êrîşên dema dawî yên hêzên dewleta Elman li dijî xwepêşandanên Kurdan û nîqaşên ji bo berfirehkirina qedexeya li ser PKK'ê, wê sibe li Meclîsa Federal civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.

Civîna çapemeniyê wê sibê zû li avahiya Meclîsa Federal a li Jakob Kaîser bê lidarxistin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) Ayten Kaplan, Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke, Parlamentera HDP'ê Tûgba Hezer û parêzer Lûkas Theûne wê tevlî civînê bibin.

Di civîna çapemeniyê de wê gavên hikumeta Elman a Federal ku tên wateya desteka rejîma Erdogan bên nirxandin û zerara ku qedexeya li ser PKK'ê dide Kurd û dostên wan ên li Elmanyayê.

Di metna bangawaziya ji bo civîna çapemeniyê de hat ragihandin, ku şîdeta polîsên Elman a li ser xwepêşandêrên Kurd zêde bûye û hat bibîrxistin, ku roja 13'ê Mijdarê li bajarê Munchenê ji ber weşandina alên YPG, YPJ û PYD li ser medya civakî serdegirtin li mala hîndekar Kerem Schamberger hatiye kirin.

Di civîna çapemeniyê de tê payin ku NAV-DEM û parlamentera Partiya Çep Jelpke bang li Wezareta Karên Hundir bike ku dest ji biryara xwe ya qedexekirina sembolên Kurd berde.

Ji parêzerên siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ên li Elmanyayê tên darizandin Lûkas Theûne jî wê balê bikişîne ser bêhiqûqiyên li dadgehan rû didin.