Li ser Efrînê dosyayek radestî Renzî hate kirin

Li ser êrîşên dewlet Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê dosyayek radestî Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Mateo Renzî hate kirin.

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Mateo Renzî serdana bajarê Lîvorno yê Îtalyayê kir. Serokê Hevya Sor a Kurdistanê Alîcan Yildiz dosyayek li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê radestî Renzî kir.

Di dosyayê de hate ragihandin ku ev 5-6 sal in bi taybetî li dijî Kurdan li Sûriyeyê komkujî tê kirin û bal hate kişandin ser berxwedana mezin a Kurdan a li dijî van êrîşan.

Siyasetmedarê Îtalyanî Renzî ji Yildiz re got ku haya wî ji rewşa li Efrînê heye û bêdengiya Ewropayê jî cihê fikaran e.

Renzî got, "Di demeke nêz de wê her kes hemû guhertinan bibîne" û daxwaza serketinê ji gelê Kurd re xwest.