BI DÎMEN

Li ser dengê 'NA' li gelek bajaran panel hatin lidarxistin

Ji bo rabûna li ber sîstema dîktatoriyê ya Erdogan û dayîna dengê 'NA' li gelek bajarên Ewropayê panel û civînên gel hatin lidarxistin.

Ji bo rabûna li ber sîstema dîktatoriyê ya Erdogan û dayîna dengê 'NA' li gelek bajarên Ewropayê panel û civînên gel hatin lidarxistin.

LI DÛÎSBÛRGÊ PANELA 'NA'

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi beşdariya rojnamevan Fehmî Işik û Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Elmanyayê (AABF) li salona Navenda Çanda Elewiyan panelek hate lidarxistin.

Di panelê de, ku bi qasî 150 kes amade bûn, rojnamevan Fehmî Işik axivî û diyar kir, hikûmeta AKP'ê li Tirkiyeyê li dijî her kesên li derveyî xwe şer dike û got, "Erdogan ê ku dadgerî, artêş, medya û hemû saziyên din xistiye bin kontrola xwe, dixwaze hemû bedewiyan ji holê rake û desthliatdariya xwe ya şexsekî zexm bike."

Sekreterê Giştî yê AABF Ozgur Oz jî got, "Yên ku li welatê xwe pêşengiyê ji faşîzmê re dikin, li welatên din xwe demokrat nîşan didin. Li hundir bi dagirkeriyê, li derve jî bi feraseta dagirkeriyê welat xistin nava kaosê. Lê belê em ê di vê referandûmê de bêjin 'NA' û nîşan bidin ku bi ti awayî nekevin nava xeleka tirsê ku ew dixwazin me bixin navê."

LI BRUKSELÊ CIVÎNÊN GEL

Platforma Na ya Belçîkayê jî piştî bajarên Lîege û Anversê civînên xwe yên gel li bajarê Brukselê dewam kir.

Ji Akademîsyenên ji bo Aştiyê Yasemîn Karaca û Parlamenterê berê yê Wanê û endamê HDK-Ewropayê Kemal Aktaş weke qiseker beşdarî civîna gel bûn.

Akademîsyen Karaca 18 xalên tên guhertin nirxand û anî ziman, erkên qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê di destê şexsekî de tên komkirin û meclîs tê tevizandin.

Karaca diyar kir, ev rejîma dîkta wê ne tenê zerarê bide Kurdan, Elewiyan û gelên bindest, di heman demê de wê xisarê li tevahiya civakê bike. Karaca destnîşan kir, ku ev rejîma şexsekî wê bi taybetî zexta li jinan zêde bike û pêşî li mafên jinan bigire.

Parlamenterê berê yê Wanê Kemal Aktaş jî anî ziman, guhertina destûra bingehîn a ku rejîma dîktatorî ya şexsekî mayînde dike, nabe ku ji êrîşên li dijî Kurdan cuda bê nirxandin û ragihand, referandûm ji bo Kurdan û hemû hêzên mûxalîf ên zext li wan tê kirin, roja hesabpirsînê ye.

LI SAÎNT AVOLDÊ CIVÎNA GEL

Bi beşdariya Kurdistaniyên li bajarê Saînt Avold ê herêma Grand-Est ê Fransayê dijîn, der barê referandûmê de civîneke gel hate lidarxistin.

Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat, bi qasî 100 kes tevlî bûn û rewşa siyasî ya dawî hat nirxandin.

Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Arslan weke qiseker beşdarî civînê bû û qala sedemên dayîna dengê NA kir.

LI LYONÊ PANELA BI BEŞDARIYA AHMET NESÎN Û YÛSÛF KOSE

Li bajarê Lyon ê Fransayê, bi beşdariya nivîskar Ahmet Nesîn û lêkolîner-nivîskar Yûsûf Kose, li Navenda Çanda Elewiyan ji aliyê Partîzan ve panelek hate lidarxistin.

Nivîskar AHmet Nesîn anî ziman, ya girîng ew e ku mirovên dengê 'erê' bidin werin îqna kirin û diyar kir, ji bo vê yekê jî divê her kes li tax û kolanan, di jiyana rojane de xwe bigihîne derdoreke berfireh.

Nesîn ragihand, ji ber ku tenê wê dengên erê û na bên dayîn, hîleyên li sindoqan wê kêm bin û ji hilbijêran xwestin ku bêyî fikara 'wê dengê min bê dizîn' biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Nesîn bal kişand ser rola Kurdan a li Rojhilata Navîn û bang li Kurdan kir, ku xwedî li serketinên xwe derkevin.

Lêkolîner-nivîskar Yûsûf Kose jî xwest, ji bo teşhîrkirina faşîzmê her kes biçin ser sindoqan û dengê NA bidin.

Panel bi pirs û bersivan qediya.