Li Şemzînanê tîmên taybet guleyan li derdorê direşînin

Li navçeya Şemzînanê, piştî êrîşa çekdarî ya li hemberî berbazekî, di navbera tîmên taybet û komeke ku tê îdîakirin HPG'yî ne şer derket. Tîmên taybet ên Tirk bi awayekî rasthatî guleyan li derdorê direşînin.

Li navçeya Colemêrg Şezmînanê, piştî êrîşa çekdarî ya li hemberî berbazekî, di navbera tîmên taybet û komeke ku tê îdîakirin HPG'yî ne şer derket. Heman piştî bûyerê tîmên taybet ên Tirk bi awayekî rasthatî gule li derdorê reşandin û êrîşî malan kirin. Tîmên taybet ên navenda sûkê bi temamî bi maşînên zirxî girtine, hemû kolan û tax dorpêçkirine. Li navçeyê êrîşa polîsan dewam dike. Hat ragihandin ku 4 kes hatine binçavkirin. Li navçeyê kolan bi temamî vala bûne û gel ketine hundirê xaniyên xwe.

Di dema operasyona polîsên tevgera taybet ên Tirk de, di navbera komeke ku tê gotin HPG'yî ye û polîsan de şer derket. Hat ragihandin ku li qada Beşevler a 2 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, şer dewam dike. Polîs bi awayekî rasthatî guleyean li derdorê direşînin. Aloziya li navçeyê dewam dike.

Li aliyê din Berbaz Ziya Sarpkaya yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê, mir.