Li Şemzînanê tevgera leşkerî
Li Şemzînanê tevgera leşkerî
Li Şemzînanê tevgera leşkerî
Li gorî agahiyên hatine bidestixstin li ser sînorê Şemzînan a Colemêrgê leşker hatine sewqkirin û leşkerên ku hatine sewqkirin di qereqolên ku hatine çêkirin de tên bi cih kirin. Li aliyê din li ser sînor çêkirina qereqolan berdewame.
Leşkerên artêşa Tirk ku ji bajarên cuda anîn navçeya Şemzînan a Colemêrgê dişînin ser sînor. Konvoya ku bi taybet bi şev ji Geverê hat li 34. Tugaya Hidud û 3. Tabura Komando û Taktîk ya Çiya tên bi cihkirin. Piştî ku tank û konvoya leşkerî demekî hatin rawestandin, şandin ser sînorê Şemzînan û Başûr, piştre li qereqolan bi cih kirin.
Li herêmê tevgera leşkerî berdewame, leşkerên ku bi sedan wesayîtan hatin herêmê, şandin Qereqola Mavanê. Li vir jî dê leşkeran bişînin li qereqolên Navberojan, Getîne û qereqolên ku nû hatine çêkirin.
ÇÊKIRINA QEREQOLAN BERDEWAME!
Her wiha ji bo di navbera gundên Nehrî û Salara du qereqolên nû bên çêkirin îhale hatiye dayîn û ji bo çêkirina qereqolê makîneyên kar şandine cihên ku qereqol bên çêkirin. Hat hînbûn ku dê li gundê Binsorê û li ser girê Gevriyazîne û Xaranê ku di navbera gundê Nehrî û Navrezan de ne qereqolên nû bên çêkirin.