Li Şemzînanê di qezayê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Şemzînanê di qezayê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Şemzînanê di qezayê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li gundê Dûre yê Şemzînanê zarokê 7 salî yê bi navê Samet Çopçû jiyana xwe ji dest da. Malbata zarokê jiyana xwe ji dest da jî kesên di maşîneya ku bû sedema qezayê de bûn gulebaran kirin kesek bi giranî birîndar bû.
Li gundikê Helê yê girêdayî gundê Dûre yê 15 kîlometre dûrî Şemzînanê maşîneya ku Ekrem Yavuz ajokarê wê bû li zarokê bi navê Samet Çopçu yê 7 salî qelibî û di encam de Çopçu li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Xizmên zarokê ku jiyana xwe ji dest da, ku hatin cihê bûyerê, bi çekan êrîş bîrîn ser Ekrem Yavuz û birayê wî yên hatin binçavkirin. Di êrîşê de birayê ajokar Zîyad Yavuz bi giranî birîndar bû.
Yavuz ê birîndar bi ambulansê ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê têkildarî qeza û bûyerê lêpirsîn didome.