Li sê bajaran pûsûlayên dengan teslîmî leşkeran hate kirin

Li Amed, Sêrt û Wanê pûsûlayên dengan û peywirdarên hilbijartinê bi helîkopterên leşkerî hatin veguheztin.

Li Amedê pûsûlayên dengdan û peywirdarên hilbijartinê, bi helîkopterên leşkerî ji navendên navçeyan hatin stendin.

Hate hînbûn ku ev torbeyên dengan birine taxên Uçdamlar, Oyûklû, Tepe û Kayacik ên Licê; taxa Topçûlar a Hênê, taxa Yokûşlû ya Pîranê, taxa Bayır û Aygun a Pasûrê.

Li Sêrtê jî helîkopterên leşkerî peywirdarên hilbijartinê û pûsûlayên dengan ji Dih, Berwarî û Şêrwanê wergirtin. Peywirdar û pûsûlayên dengan birin 12 herêmên hilbijartinê yên li 3 navçeyan.

Li Şaxa Wanê jî Fermandariya Jendirmeyan ji bo dengdana li taxan kete dewrê. Helîkoptereke leşkerî ji Qereqola Jendirmeyan a Konalgayê peywirdarên hilbijartinê û pûsûlayên dengan wergirt û ew birin taxên Sirmali, Dokûzdam û Begendîk ên ku 80 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e.

Hinceta vê veguheztinê jî ‘ewlekarî’ hate diyarkirin, lê tevgera leşkeran a ji bo veguheztina dengan rê li ber fikaran vekir. Nehate hînbûn ku kîjan ‘peywirdar’ li helîkopterê hatine siwarkirin.