Li sê bajaran operasyona qirkirina siyasî: 7 kes hatin binçavkirin

Di operasyona qirkirina siyasî de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê meşandin li Riha, Amed û Şirnexê 7 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de ku bi îdîaya 'endametiya rêxistnê' hate destpêkirin li Riha, Amed û Şirnexê di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.

Li Rihayê Firat Ahmet Karak, Serdar Karatray, Îbrahîm Halîl Parildar, Huseyîn Polat, li Şirnexê Kûrtay Demîr û li Amedê jî Ozgur Karakoç hatin binçavkirin.

Tê gotin, hejmara binçavkiriyan dibe ku zêde bibe.