Li bajarê Rheîneyê şehîdên meha Gulanê, li bajarê Hambûrgê Yekta Atli yê li Nisêbînê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin û li Bîelê jî Ferhat Balcan (Savaş) ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.
RHEÎNE
Li bajarê Elmanya Rheîne, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê Komîsyona Malbatên Windahiyan ve hat organîzekirin.
Di merasîma ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê de, mirovên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û di êrîşa rejîma Baasê ya li bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê Komeleya Malbatên Mexdûr û Windahiyan (KOMAW) Bavê Huseyîn peyivî.
Bavê Huseyîn got, "Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin. Divê em bi têkoşîna wan re dilsoz bin û ji bo layiqî wan bin, di nava têkoşîna azadiyê de cih bigirin." Piştre li ser navê NAV-DEM'ê Tahir Koçer axivî.
Koçer diyar kir, eger Kurd îro li gelek deverên cîhanê di rojevê de ye û li ser axaftin tê kirin, ev yek bi saya têkoşîna azadiyê ya çil sal in tê meşandin û bi saya şehîdan e. Koçer got, "Di vê pêvajoya dîrokî de, têkoşîneke ku dîrokê binivîsîne tê meşandin."
HAMBÛRG
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, Yekta Atli bi nasnav Aso Zagros ê il Nisêbînê di êrîşên çeteyan de hat qetilkirin, hat bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedara Kurd Sevahîr Bayindir li merasîmê axivî û destnîşan kir, ku Yekta Atli ji bo têkoşîna mafdar a gelê Kurd cihê xwe di nava karwanê şehîdan de girt.
Bayindir got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, gelê Kurd wê ji têkoşîna azadiyê venegere" û ragihand, dilsoziya bi şehîdan re bi pêkanîna xeyal û têkoşîna wan dibe.
Mele Zekî jî got, "Mirovên ji bo welat û şerefê têdikoşin û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest didin, li cem Xwedê şehîd in."
Apê Yekta Atli Bahattîn Atli jî spasiyên xwe pêşkêşî hemû Kurdistaniyên di rojeke bi vî rengî ya giran de ew bi tenê nehiştine kir û destnîşan kir, ku biraziyê wî ne tenê ji bo malbata Atli ji bo tevahiya gelê Kurd şehîd.
Merasîma bîranînê bi belavkirina nanê xêrê bi dawî bû.
BÎEL
Li bajarê Swîsre Bîelê, Ferhat Balcan (Savaş) ê di berxwedana xwerêveberiyê hat li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Merasîm li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelê pêk hat.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê kekê Ferhat Balcan Apo Balcan li vir peyivî û diyar kir, ew amade ne ji bo azadiya Kurdistanê bi her rengî berdêlan bide. Balcan da xuyakirin, ku birayê wî di oxira armanceke pîroz de jiyana xwe ji dest daye û ew pê serbilind e. Piştre siyasetmedarê Kurd Xidir Dêrsim axivî.
Merasîm û serdanên sersaxiyê piştî axaftinan bi dawî bû.