Li sê bajaran banga ronîkirina komkujiya Parîsê

Li sê bajaran banga ronîkirina komkujiya Parîsê

Weke her çarşemê, vê çarşemê jî li gelek bajarên Ewropayê sê jinên Kurd ên siyasetmedar bi çalakiyan tên bîranîn. Sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li sê bajarên Ewropayê hatin bîranîn û daxwaza ronîkirina cinayetê hate kirin.

Çalakiya “Em edaletê dixwazin” ya bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd Avesta li Viyanaya paytexta Awusturyayê pêk tê, vê hefteyê jî berdewam kir.

 Çalakiya Kurdan li Viyanayê li ber avahiya balyozxaneya Franse pêk hat û daxwaza edaletê ya ji bo sê jinên Kurd hate nûkirin. Di çalakiyê de wêneyê ji kandroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin hilgirtin û pankarta “Em dixwazin komkujiya Parîsê bê ronîkirin hate vekirin.”

Di berdewama çalakiyê de, ji bo azadiya girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin.

Çalakgeran piştî çalakiya xwe destekê da çalakiya bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê li ber avahiya NY ya li Viyanayê hatiye destpêkirin. Her wiha bang li her kesî hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê roja 9’ê cotmehê li ber avahiya NY pêk bê, bin.

Bi heman armancê li paytexta Hollanda Amsterdamê jî çalakiyek hate lidarxistin û daxwaza ronîkirina komkujiya li Parîsê hate kirin. Di çalakiya li îstasyona trenê ya bajêr hate lidarxistin de, wêneyên her sê jinên Kurd hatin hilgirtin.

Çalakiya din a Kurdan li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê pêk hat. Kurdistanî weke her çarşemê vê çarşemê jî li ber sefaretxaneya Franseyê li hev kom bûn û daxwaza edaletê hate kirin.

Di çalakiyê de dirûşimên “Em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Tirkiye destek dide, çete komkujî dike”, “Qatil Erdogan” hatin qêrîn û hevkariya hukûmeta AKP’ê ya bi DAIŞ’ê re şermezar kirin.

Di daxuyaniya di çalakiyê de hate dayin de, banga ronîkirina komkujiya Parîsê hate kirin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî Kobanê hate şermezarkirin.

Her wiha, bang li her kesî hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê roja 11’ê cotmehê  li navenda bajarê Dusseldorfê pêk bê, bibin.