Li Şaredariya Îslîngton a Londra ji bo Cizîrê çalakiya dagirkirinê
Li gel êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê didome, protestoyên li Ewropayê jî belav dibin.
Li gel êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê didome, protestoyên li Ewropayê jî belav dibin.
Komek jin bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li hember Cizîr û bi banga hestyariyê, şaredariya Îslîngton a Londrayê dagir kirin.
Li gel êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya li ser Bakurê Kurdistanê didome, protestoyên li Ewropayê jî belav dibin.
Ji bo birîndarên di bodrûma malek a li navçeya Cizîr a Şirnexê asê mane, li paytexta Îngiltere Londrayê çalakî hat lidarxistin. Ji aliyê komek jin ve avahiya Şaredariya Îslîngton hat dagirkirin. Çalakî di nava avahiyê de nêzî saetek berdewam kir, pankarta bi Înglîzî “Dewleta Tirk Kurdan qetil dike” vekir. Hinek jinan jî kefenê bi xwîn li xwe kirin.
BANGA HESTYARIYÊ HAT KIRIN
Çalakvanên jin di axaftinên xwe de bal kişandin ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li bajarên Kudistanê, gotin li Cizîr û Sûrê mirovahî li bin lingan diçe. Çalakvanan banga hestyariyê li raya giştî ya Ewropa kir, xwestin rêveberên herêmî jî bikevin nava tevgerê.