Li San Francîsco û Stuttgartê ji bo Kobanê çalakî
Li San Francîsco û Stuttgartê ji bo Kobanê çalakî
Li San Francîsco û Stuttgartê ji bo Kobanê çalakî
Li bajarê Stuttgart ê Elmanya û San Francîsco ê DYA’yê di çalakiyên ku pêk hatin de êrîşên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de banga hestyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
Çalakiyên protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li her derê ji aliyê Kurdan ve tê protestokirin. Di serî de li Ewropa li gelek bajarên cîhanê çalakî pêk tên û di çalakiyan de êrîşên DAIŞ’ê tên protestokirin û xwedî li berxwedana Kobanê derdikevin.
STUTTGART BI KOBANÊ RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE YE
Li Stuttgart a Elmanyayê bi armanca piştgiriya Kobanê re çalakiya kon hat destpêkirin û her diçe mezin dibe. Konê li qada Schloss hat vekirin bi bernameyên cur bi cur didome. Çalakî rastî eleqeyek mezin tê. Di çarçoveya çalakiyê de duh êvarê bernameyek pêk hat. Jinên Kurd bi armanca bala raya giştî bikişînin nîv saetê qîriyan û komên muzîka herêmî stran gotin.
Her wiha çalakiyên bi vî rengî li Stuttgartê jî belav dibin. Saziyên civaka sivîl jî bi çalakiyên ku pêk tînin rêxistinên civaka sivîl agahdar dikin.
LI SAN FRANCISCO DAIŞ HAT PROTESTOKIRIN
Li bajarê San Francîsco bi armanca protestokirina DAIŞ’ê û piştevaniya ji bo Kobanê çalakiyên roja Şemiyê destpêkirin didome.
Aktîvîstên anarşîst ên herêma San Francîsco û endamên Navenda Kurd a Kalîforniyayê bi hev re çalakî organîzekirin. Di çalakiyê de Alî Bektaş axaftinek kir.