Li Samsûnê sê girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne
Hate ragihandin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Vezîrkopru ya Samsûnê, sê girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Hate ragihandin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Vezîrkopru ya Samsûnê, sê girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, sê girtiyên siyasî 29'ê Çileyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî di roja nehan de ye. Yek ji çalakgeran jî Nebî Yavûz e.
Li girtîgehên Tirkiyeyê niha bi qasî 300 girtî ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.