Li Şamê li aliyekê şer, li aliyê din jî agirbest heye

Li Şamê li aliyekê şer, li aliyê din jî agirbest heye

Li paytexta Suriyê Şamê li aliyekê şer û pevçûn didomin, li aliyekê jî agirbest heye.  Hate ragihandin ku gelek herêmên Şamê û gundên wê ji aliyê balefirên rejîmê ve têne bombebarankirin. Her wiha li hinek herêmê bajêr di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de pevçûn diqemiwin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên rejîmê bajarokên Yelda û Daraya ya girêdayî Şamê  bi topên hawanê û çekên giran topbaran kirin. Hate ragihandin ku di topbarana li hemberî bajarokê Yelda de welatiyekê jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

Li navenda Şamê jî hêzên rejîmê li ser avahiyan kolanên Berînê, Şêx Mehyeddîn û Berzê gulebaran dikin. Di encama guleberanê de gelek zirara madî pêk hatiye. Herwiha şêniyên taxan jî neçar man ku malên xwe terk bikin. Li aliyê din çavkaniyên herêmê ragihandin ku li Taxa Bexda jî ev 2 rojan şer û pevçûn hene û tax dibin duxanê de maye. Her wiha hate gotin ku ambulans û wesayîtên îtfayeyê jî bênavber diçin û tên.

Çavkaniyan ragihand ku îro jî Taxa El Hufeyra û herêmên Xanî Şêx, Sewa ku kampa leşkerî lê heye û Yermûk a ku penaber lê hene, ji aliyê rejîmê ve hatiye topbarankirin. Hate gotin ku li Xanî Şêxê 2 jinan jiyana xwe ji dest daye. Herwiha li herêma Sehnaya di navbera hêzên rejîmê û Artêşa Azad de pevçûn derketine.

Di demeke ku li gelek cihên bajêr şer û pevçûn hene de, li herêma Nebek di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de agirbest hate îlankirin. Agirbesta ku 5 roj beriya niha bi navbeynkariya şêniyên herêmê hatiye îlankirin wê 15 rojan dom bike.