Li Saksonyaya Jêrîn şansê namzedên Kurd zêde ye

Li Saksonyaya Jêrîn şansê namzedên Kurd zêde ye

Li Eyaleta Saksonya Jêrîn a Almanyayê ku gelek koçberên Kurd lê dijîn, roja yekşemê 6 milyon hilbijêr ji bo rêveberiya nû ya eyaletê dê dengên xwe bi kar bînin. Di hilbijartina vê carê de siyasetmedarên Kurd Gulten Kelloglu û Yilmaz Kaba di lîsteya Partiya Çep de namzet in. Kelloglu diyar kir ku ewê ji bo dawî lê anîna siyaseta krimînalizekirina Kurdan bixebite. Kaba jî dibêje eger ew were hilbijartin ewê ji bo cejnên Êzidî bibin rojên fermî bixebite.

Ber bi dawiya salê ve, dê li Almanyayê hilbijartinên federalî çêbibin. Hilbjirtina ku 20'ê Çileyê li Eyaleta Saksonyaya Jêrîn (Niedersachsen) dê ji niha ve nîşana encamên hilbijartinên giştî be. Li vê eyaletê di sala 2008'an partiya Serokwezîra Almanyayê Merkel CDU serkeftinek mezin bi dest xistibû û ji sedî 42 deng wergirtibû. SPD ji sedî 30, FDP û Partiya Keskan ji sedî 8 û Partiya Çep (Die Linke) jî ji sedî 7 deng qezenç kiribûn.

Anketên dawî destnîşan dikin ku Partiya Çep dikare careke dî jî têkeve meclîsa eyaletê. Hilbjartina vê carê ji bo Kurdan jî gelek girîng e. Ji ber ku nêzî 100 hezar koçberên Kurd li vê eyaletê dijîn û tê texmînkirin ku 60 hezarên wan hemwelatiyê Alman in, ango ew jî dikarin di hilbijartinê de dengê xwe bidin. Siyasetmedarên Kurd Gulten Kelloglu û Yilmaz Kaba jî lîsteya Partiya Çep de namzedên hilbijartinê ne.

Eger Partiya Çep ji sedî 5 a rêjeya hilbijartinê bibore, îhtimalekî mezin Kelloglu dê têkeve meclîsê. Ji ber ku ew di lîsteya namzedên Partiya Çep de di rêza sêyemîn de cih digire. Yilmaz Kaba jî namzedê yekser ên bajarên Celle, Hambuhren û Wietzeyê ye. Li van bajaran jî hejmarekî zêde Êzidî lê dijîn. Kelloglu û Kaba xebatên xwe yên dawî û bernameyên xwe yên hilbijartinê ji ANF'ê re vegotin.

'EV EYALET LI DIJÎ KURDAN SIYASETEKE TAYBET DIMEŞÎNE'

Gulten Kelloðlu ku eslê xwe ji Qers-Dîgorê ye, di sala 1980'an de li bajarê Lehrteyê hatiye dinê. Malbata wê wekî 'karkerên mêvan' hatiye Almanyayê. Kelloglu ku niha di navendekî ciwanan de wekî perwerdekar dixebite, salên di rêveberiya Federasyona Komaleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM)'ê de cih girt û demekî bû cigirê serok. Kelloglu dibêje Partiya Çep nêzî tevgera Kurd e, ji bo çereseriya kêşeya Kurd dixebite û ji bo vê ewê vê partiyê hilbijartiye. Kelloglu, derbarê politikayên partiyê de jî van agahiyan da me:

"Li Almanyayê partiya ku aştiyê dixwaze tenê em in. Herwiha girîngiyê dide siyaseta jin jî. Di partiyê de kotaya jin a ji sedî 50 heye û partî bi nêrina jinê siyasetê dike. Herwiha Partiya Çep dixwaze PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' ya Yekîtiya Ewropayê derkeve û li Almanyayê jî qedexeya li ser PKK'ê rabe. Di vê babetê de biryarên partiya me heye.

Partiya me siyasetê ji bo mirovan dike, ne ji bo sermeyedaran. Li eyaleta Saksonyaya Jêrîn perwerdeyî bi heq e û cûdahiyek mezin di navbera dewlemend û xizanan de heye. Berî her tiştî emê ji bo ku perwerdehiya bi pere rabe, bixebitin. Herwiha bihayê karkeran ku serê seatê kêmahî 5 Euro distinîn, divê bibe kêmahî 10 Euro."

Gulten Kelloglu diyar kir ku hêzên ewlekariyê yên eyaletê siyaseteke taybet li dijî Kurdan dimeşînin û wiha axivî: "Li vê eyaletê lobiya Tirkan gelek xurt e. Qet projeyeke me jî nayê qebûl kirin. Wekî mînak derbarê govenda kurdî de me projeyekî pêşkeş kir û şaredariyê jî destekê da me. Lê paşê wezareta hindur got li pişt vê projeyê PKK heye û nehişt ku em alîkariyê werbigrin. Ji bo vê jî di serî de ezê ji bo teşhîrkirina vê siyasetê bixebitim."

'DIVÊ CEJNÊN EZÎDIYAN BIBIN ROJÊN FERMÎ'

Yilmaz Kabayê jî di sala 1985'an de li bajarê Celle hatiye dîne, malbata wî jî Êzîdiyên Wêranşehrê ne. Ew niha şîrketeke sigortayê de dixebite û namzedê yekser ê bajarên Celle, Hambühren û Wietzeyê. Li van bajaran ji 10 hezarî zêdetir Êzidî dijin û Kaba van rojên dawî giranî daye xebatên xwe yên di nava gelê Êzidî. Kaba dibêje eger ew were hilbijartin ew ê ji bo cejnên Êzidî bibin rojên fermî bixebite.

Kaba destnîşan dike ku di nava koçberan de Êzidî koma herî qelebalix e, lê tevî vê hê ne xwedî mafên xwe yên bingehîn in û wiha axivî: "Eger ez werim hilbijartin evê bibe care yekemîn ku Êzidiyek dikeve meclîsa eyaletê. Heta niha gelek mafên Êzidiyan nehatiye dayîn. Divê ola Êzidî bibe olekî fermî. Wekî eyaleta Hamburgê ku dewletê bi Elewiyan re peymanekî mor kir, divê bi me re jî dewlet peymanekî bi vî rengî çêbike."