Li Rûsyayê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin
Li Rûsyayê saziyên Kurd ji bo Kurdistaniyên ku di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ziyan dîtine kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
Li Rûsyayê saziyên Kurd ji bo Kurdistaniyên ku di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de ziyan dîtine kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
Di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Bi armanca piştgirîdayîna bi mexdûrên erdhejê re li Rûsyayê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin.
Kampanyaya ku di bin pêşengtiya Otonomiya Çand Kurd a Federasyona Rûsya de tê lidarxistin, banga piştgiriyê li hemû Kurdistaniyan hate kirin.
Di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de ev tişt hate gotin;
“Di erdheja ku di 12’ê Mijdarê de çêbûyî gelek cihên jîngehê yê Kurdistanê ziyanên mezin dîtine û gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar çêbûn. Di erdheja pileya 7.3 de hezaran malbat bê mal man û bi pêdiviyên kêm têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin.
Ji malbatên ku di vê felaketê de jiyana xwe ji dest dayîn re sersaxî dixwazin û ji birîndaran re şîfaya xêrê dixwazin. Di rojek wiha bi êş de, ji bo li gel birayên xwe yên mexdûrê erdhejê bin û kampanyaya ku Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûran dayî destpêkirin piştgiriyê didin û em jî beşdar dibin û xwedî li gelê xwe derbikevin. Bi taybet hemû Kurdistaniyên ku li Civakên Dewletên Xweser dijîn de beşdarbûna bihêz ya ji bo kampanyayê weke erkekî netewî ye. Îro roj roja yekîtî û hevgirtinê ye. Îro roj roja dest girtina birayên xwe ye.”
Agahiyên pêwîst yên ji bo beşdarbûna kampanyayê wiha ne;
Rasç.sçot (hesab N) 40703810538090107287
JSC "Sberbank Rossii", Moscow
BIC 044525225
INN 7717113635
KPP 771701001
Kor.scot 30101810400000000225
OKATO 45280577000
e-posta: [email protected]
faks: 8 (499) 187 12 00