Li Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyên ku li Rûsyayê dijîn hate pîrozkirin.
4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyên ku li Rûsyayê dijîn hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên ku li bajarokê Mîçîrûnsk ê bajarê Saratovê ya Federasyona Rûsyayê û yên li bajarê Novoaleksandrovskî yê Komara Xweser a Adigeyê dijîn, 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cihê pîroz kirin.
MÎÇÛRÎNSK
4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Kurdistaniyên ku li bajarokê Mîçîrûnskê dijîn, bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Mîçûrînskê hate lidarxistin.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir û piştre jî ji Rêveberiya Meclîsa Jinan a Mîçûrînskê Balê Mûsayeva axivî.
Mûsayeva got ku, “Divê em bi geşkirina têkoşîna xwe, vê rojê pîroz bikin. 4’ê Nîsanê ne bi tenê rojbûna Rêbertiya me ye, di heman demê de zayîna gelekî ye jî. Dewleta Tirk tecrîdê li Rêbertiya me dike. Ji ber vê jî divê em xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û tecrîda li Îmraliyê bişkînin.”
Çalakî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
ADIGEY
Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adigeyê dijîn jî bi çalakiyekê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahî li baxçeyê Navenda Çanda Kurd a Adigeyê hate kirin û Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva axivî.
Broyeva di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got, “Bi tecrîdeke giran dixwazin têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a cîhanê re qut bikin. CPT û saziyên din ên navneteweyî di vî warî de bêdeng in. Gelê Kurd bi geşkirina têkoşîna xwe dikare vê tecrîda dermirovahiyê bişkîne. Ji ber vê jî divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan di nava çalakiyan de be. Ji ber vê jî 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd dîrokeke girîng e.”
Çalakî bi stranên Berfîn Mamedova û Barî Yûsûbov domiya.
NOBOALEKSANDROVKÎ
Kurdistaniyên ku li navçeya Novoaleksandrovkî ya Stavrapolê dijîn, rojbûna 69’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê pîroz kirin. Çalakî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovkî ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser rojbûna rêzdar Ocalan axaftin hate kirin.
Çalakî bi stranên Mahmût Rustemov, Hesen Mamedov û Bezo Memedov domiya. Girseyê bi gerandina govendê rojbûna rêzdar Ocalan pîroz kir.