Li Romayê parêzeran pergala daraza Tirk şermezar kirin

Li paytexta Italyayê Romayê li dijî gavên faşîst ê rejîma AKP-MHP'ê parêzeran û saziyên Kurd li ber parlmentoyê çalakiyeke protestoyê kirin.

Li ber Parlamentoya Italyayê li Romayê Kursitaniyan û Italiyan gavên faşîstî yên AKP-MHP'ê şermezar kirin.

Yekîtiya Parêzerên Demokrat û Navenda Çanda Araratê çalakî organîze kirin, serokên baroyan û gelek parêzer û parlamenter tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza 'daraz dadmend' di roja 238'an a rojiya mirnê de jiyana xwe ji dest dayî jî hate bibîran în û posterên Tîmtîk hatin hildan.

Nûnerê UIKI'yê di çalakiyê de axivî, bang li parêzer û parlamentoya Italya kir ku li ser pergala darazê ya Tirkiyê gotebêjiyê bikin.