Kurdên li paytextê Îtalya Romayê jiyan dikin, komkujiya 9’ê Çileyê li Parîsê pêkhat şermezar kirin. Kurdên ku di demjimêr 10-13’an de li ber konsolosa Fransayê çalakî pêkanîn, qetilkirina ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez protesto kirin û xwestin qatil demek ji demekê zûtir bêne dîtin û derbêxin beramberî dadger.
Çalakiya ku bê navber sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Terorîst Tirkiye” hatin qîrîn, destpêkê çalakiya qirêj ya gladyoya Tirk û gladyoya navnetewî binefret şermezar kirin.
Di demjimêrên mitîng pêkhat de ciwana li kolana bi sedan belavok belavkirin û komkujiya li Parîsê ji ber çi sedeman hatiye pêkanîn agahî dan.
Çalakiya Kurdên li Romayê jiyan dikin, di 14’ê Çileyê de roja Yekşemê heman demjimêrê li ber konsolosa Fransayê dê pêkbê. Dê di çalakiyê de çelenga reş danin ber konsolosê.
Bi armanca protesto kirina komkujiya li Parîsê dê li bajarê Pîsa yê Îtalyayê dê bi meşekê were şermezar kirin.