Li Rojhilatê Kurdistanê 15 kesên din hatin darvekirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 15 kesên din hatin darvekirin

Li girtîgeha Îlam û girtîgeha Dizel Abada yên Rojhilatê Kurdistanê 15 mehkûmên din ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.

Li gorî nûçeya Basnew a agahiyên xwe dispêre rapora Aktîvîstên Mafên Mirovan, Pêncşema bihurî li girtîgeha Dizel Abad a Kirmanşahê 7 kesên ji bazirganiya narkotîkê hikum xwarine, hatine darvekirin. Hat ragihandin ku nasnameya mehkûmên hatine darvekirin, hînê nehatiye aşkerakirin.

Hat diyarkirin ku heman rojê li girtîgeha Îlamê jî 8 mehkûm hatine darvekirin. Rejîmê der barê 15 kesên hatine darvekirin de ti daxuyanî neda.