Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi girseyî tên şermezarkirin. Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Mahabad, Ciwanro û li paytexta Îranê Tahran û bajarê Tebrîz êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi girseyî tên şermezarkirin.
MAHABAD
Li bajarê Rojhilatê Kurdistan Mahabadê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana Kobanê, şervanên YPG/YPJ’ê hat silavkirin, dirûşmayên naletkirina DAIŞ hatin gotin.
SINÊ
Li bajarê Sinê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hat şermezarkirin û ev peyam hat dayîn: “Teqez mûdaxeleya çeteyên DAIŞ ên êrîşî Kobanê dikin bikin.”
CIWANRO
Bajarekî din ê Rojhilatê Kurdistanê yê çalakî lê hat pêkanîn Ciwanroyê ye. Çalakiyekî girseyî hat lidarxistin.
TAHRAN/TEBRÎZ
Li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li paytextê Îranê Tehranê çalakî hat pêkanîn. Li Tebrîz jî xwendekarên zanîngeha Tebrîz çalakî pêk anîn.
Di çalakiya jin û zilam bi hev re tevlî bibûn de dovîzên bi nivîsa “Kobanê ne bi tenê ye”, “Berxwedana jiyan e”, “Bimire DAIŞ”, “Bimire Dewleta Îslamî” hatin hildan.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê îro êrîşên çeteyên DAIŞ bi girseyî wê bên şermezarkirin. Li Urmiye îro li Parka Toxmîmorxî saet 16.00’an ji aliyê Ciwanên Welatparêz ên Urmiye ve çalakiyeke şermezarkirinê tê lidarxistin.