Li Rojavayê Kurdistan şerên dijwar

Li Rojavayê Kurdistan şerên dijwar

Li gora agahiyên ji herêmên şer hatine bidestxistin li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrava ya Efrînê şevê din şerên dijwar rû dane û gelek komên çete yên girêdayî El Nusra hatine kuştin û şervanek Yekineyên Parastina Gel (YPG) jiyana xwe ji dest daye. Ji aliyekî din ve li Kobanê, Tirbespiyê, Girkê Legê, Serêkaniyê jî şevê din şerên demkurt rû dane.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin li navçeya Şêrava ya Efrîn, Kobanê, Girkê Legê, Tirbesipiyê û Serêkaniyê êrîşên komên çete yên Eniya El Nusra/ Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam li ser Rojavaya Kurdistan didomin. YPG duh ragihandibû ku di du rojên dawî de 39 endamên komên çete yên girêdayî Eniya El Nusra/ Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam hatine kuştin.

EFRÎN

Li gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrava şevê din heta saet 22.00’an şerên dijwar rû dane. Komên çeteyan bi sê aliyan û çekên giran êrîşî gundê Basûfanê kirine û li berxwedana YPG rast hatine. Li gorî agahiyên bi dest ketine di şerên şevê din de gelek endamên komên çete yên girêdayî El Nusra/Dewleta Îslam hatine kuştin û 4 cenaze, 4 keleş, BKC û bîsvîngek ketine destê YPG’ê.

Hat ragihandin ku şervanek YPG’ê di heman şerî de jiyana xwe ji dest daye. Komên çete piştî berxwedana YPG’ê neçar mane vekişin. Li ser heremê hîn jî êrîşên bi hewanan didome.

TIRBESIPIYÊ

Hate ragihandin ku li gundê Çêlekê, Mazlûma û Taya şevê din şerên demkurt rû dane. Li gorî çavkaniyên herêmî mezrayek di navbera Mazlûma û Çêlekê de ji aliyê komên çete yên El Nusra ve hatiye talankirin û pişt re hatiye şewitandin.

KOBANÊ

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li derdora gundê Dugûrmanê şerê demkurt rû dane. Duh jî li herêmê piştî nîvro şerên dijwar hebûn û endamekî komên çete yên El Nusra hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû.

SERÊKANIYÊ

Li Serêkaniyê şevê din komên çete yên girêdayî Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra li derdora navçeya Til Xelef  êrîşî bendên kontrole yên YPG’ê kirine û şerên demkurt rû dane. Hate gotin ku hawanek li Taxa Zerdeşt ketiye û ziyana maddî çêbûye.

GIRKÊLEGÊ

Li derdora gundê Girhok û Yûsifiyê, li ber benda kontrolê ya Tahûnê şerekî demkurt rû daye. Lê derbarê encamên şer de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.