Li rojavayê Helebê li dijî Tirkiyê û Îran gel çek hilda

Ji deverên ku Tirkiyê dagir kirin û qereqol lê ava kirin bi ser Efrîn û Şehbayê de haziriyên dagirkeriyê û êrîşê dest pê kirin.

Garantiya Tirkiye, Rûsya û Îranê piştî peymana DYA û Rûsya hejijî, bi vê re li derdora Helebê agahiyên nû tên. Li gel vê piştî ku Tirkiyê êrîş bi wan da kirin tê diyarkirin ku ji rojavayê Helebê, şêniyên hin gundan li dijî Nusra ango çeteyên HTŞ’ê dest bi şer kirine.

GUNDIYAN: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN DAGIRKERAN

Bi encama peymana Rûsya, Tirkiye, Îran û rejîma Beas a Sûriyê leşkerên Tirk bi HTŞ’ê li hev kir û li bakurê Helebê li gundên Cebel Şeyh Berekat, Keleha Saman, Darîst Îza û li rojava li gundê Atme û Selwa ya Idlibê bi cih bûn êrîşên bi ser Efrîn û Şehbayê de dest pê kirin. Tirkiye ji van deverên ku dagir kirine û qereqol lê ava kirine bi ser Efrîn û Şehbayê de haziriyên dagirkirinê û êrîşên kirin. Lê pê derxist ku ji wan gund û bajarokên ku hêz û çeteyên xwe lê danîne wê nikaribe Efrîn û Şehbayê dagir bike. Her wiha ji bo deverên ku dagir bike berfirehtir bike xwest ku li gundên Kaftan Cebel, Eyncara, El Etarîp, Kefer Naha yên rojavayê Helebê û her wiha li Rojhilatê Idlibê bi cih bibe.

Li gorî agahiyên pêbawer gundiyên van gundan gotin, ‘’Em li gundê xwe dagirkeran naxwazin. Em destûrê nadin ku Tirkiye û Îran xaka me dagir bikin’ û li dij bicihbûna Tirkiyê derketin. Piştî ku hêzên artêşa Tirk xwestin ku bi zorê bikevin gundan agundiyan çek hildan. Piştre diyar kirin ku bi navê Tevgera Gel wê li dijî hêzên dagirker şer bikin.

Jêderkan diyar kirin ku gundiyan gotine her wiha ew êrîşên bi ser Efrînê de jî qebûl nakin û ji bo vê wan gaveke wiha avêtine.

‘TIRKIYÊ HTŞ BI SER GUNDIYAN DE ŞAND’

Piştî ku gundiyan Tevgera Gel ava kirin Tirkiyê çeteyên HTŞ’ê beriya bi 3 rojan bi ser gundiyan de şandin û ev sê rojan li gundên navborî di navbera Tevgera Gel û çeteyên HTŞ’ê de şer heye. Çeteyên HTŞ’ê bi dagirkirina gundan dixwazin rê ji hêzên artêşa Tirk re vekin û gundî jî bi Tevgera Gel gundên xwe diparêzin.

DEWLETA TIRK NEWÊRE

Jêderkên pê bawer diyar kirin ku dewleta Tirk a ku li Cerablûs, Bab û piştre bi Nusra re li hev kirî û ketî Idlibê wiha bi rehetî newêre bi ser gundiyan de biçe. Jêderkan sedema wê jî wiha gotin ku ên ku li van gundan li dijî Nusra şer dikin ne li ser navê ti goman şer dikin. Ji bo vê jî, ji bo ku êrîşa dewleta Tirk a bi ser gundiyan de wê bibe êrîşa bi ser sivîlan de li şûna xwe çeteyên Nusra (HTŞ) dişîne.

NURETTÎN ZENGÎN LI HOLÊ MA

Gundên navborî navenda çeteyên Nurettîn Zengî yên hevkarên dewleta Tirkan e. Ji ber ku berpirsê vê komê Şêx Tevfîk Şahabattîn ji Kaftan Cebelê ye. Koma Nurettîn Zengî li Cerablûs, Bab û Idlibê bi Tirkiyê re tev geriya. Lê di şerê navbera gundiyan û çeteyên HTŞ’ê de diyar kir ku ew ne alîgir in. Li gorî hin jêderkan li hin deveran alîkarî jî didine Tevgera Gel. Kanên pêawer diyar kirin ku koma Nûrettîn Zengî bê alî disekine. Ji ber ku dizanin dema ku aliyê HTŞ’ê bigirin gundî wê wan ji wan deran hilqetînin.

PLANA DAGIRKIRINÊ YA TIRKIYÊ ŞIKEST

Bi vê geşedana gundiyan plana ku Tirkiye li Efrîn û Şehbayê dagiriyê bike şikes. Lê ne tenê plana dagirkirina Efrîn û Şehbayê lê planên li ser dagirkirina Idlibê jî têk çûye. Ev pêvajo rê li ber wê vedike ku li Cerablûs, Bab û heta bi gundên Şehbayê jî rewşeke wiha diyar bibe. Heta niha li dijî dagirkeriya Tirk Ereb, Tirkmen û gelên dî ên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirk bi daxuyaniyan helwest nîşan dabûn. Lê ev cara pêşî ye ku gundiyan bi çekê, bi şer helwesta xwe nîşan didin.

Bi van geşedanan re bi daxuyaniyên ku têne dayin diyar dibe ku dawiya hevdîtinên Astana yên garantoriya Tirkiye, Rûsya, Îranê tên. Her wiha geşedaneke nû ya li qadê ew e tê gotin di navbera HTŞ û Rejîma Beas de peyman çêdibin. Heman jêderkê diyar kir bi navbeynkariya Tirkiyê di navbera rejîma Beas, îran û Rûsyayê û HTŞ’ê de hevdîtin çêdibin û bi vê hevpeymanê wê rêya di navbera Heleb û Idlibê de were vekirin. Tê zanîn e rê ji mêj ve ye li Hamayê di destê çeteyên HTŞ’ê de ye.