Li Rojava pîrozbahiyên Şoreşa Rojava didomin

Li Rojava pîrozbahiyên Şoreşa Rojava didomin

Li bajarê Heleb, Efrîn û navçeyên wê bi boneya 1’yemîn salvegera Şoreşa Rojava 19᾿ê Tîrmehê bi beşdariya hezaran kesî ji hemû pêkhateyên herêmê meş û şahiyên cûda hatin lidarxsitin.

Pîrozbahiyên bi boneya 1’yemîn salvegera Şoreşa Rojav a 19’ê Tîrmehê li bajarê Heleb, Efrîn û navçeyên wê şahî û meş hatin lidarxistin. Di şahî û meşan de hemû pêkhateyên heremê cihê xwe girtin û şoreşa 19’ê silav kirin.

HELEB

Li Helebê li ber navenda Ciwanên Şoreşger a Şêxmeqsûd bi beşdariya sedan kesî şahiyek hate lidarxistin. Her wiha bi heman armancê şahiyek li Meydana Edamo ya li taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.

Şahiya li ber navenda ciwanên Şoreşger bi rêzgirtinê destpê kir. Di şahiyê de  Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Nûrî Şêxo, Yekîtiya Star Suad Hesen, Endamê Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)᾿ê Rêzan Rojhilat, Endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zagros, Endamên Meclîsa Hevbeş a Şêxmeqsûd Merî Çelebî û  Endamê Desteya Bilind a Kurd Mistefa Mihemed axivîn. Di axaftinan de salvegera şoreşa 19᾿ê Tîrmehê hate pîrozkirin.

Şahî bi stran û govenda Koma Şehîd Zehreldîn bi dawî bû.

EFRÎN

Li Efrîn Şahiyên 1’yemîn salvegera Şoreşa Rojava roja 19᾿ê Tîrmehê li biryargeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi merasimeke leşkerî hate destpê kirin. Wesayîtên YPG᾿ê û Yekîneyên Paratinê ên Jin (YPJ)᾿ê li nava kolanên bajarê Efrîn geriyan. Kerwanê wesayîtên YPG᾿ê piştî gera li nava bajêr berê xwe dan meydana Bazarê ku dê şahî lê bê lidarxstin. Li cihê şahiyê  girseya qelebalix lê kombibû 500 şervanên YPG᾿ê û YPJ᾿ê jî tevlî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Fermanê Giştî yê YPG᾿ê li herêma Efrînê Selah Eldîn Efrînî axivî û bal kişand ser şoreşa 19᾿ê Tîrmehê û diyar kir ku, YPG᾿ê bi hemû hêza xwe dê hemû pêkhateyan biparêze.  Şahî bi axaftina Serokê Meclîsa Gel a Efrîn Etûf Ebdo dom kir. Ebdo di axaftina xwe de şoreşa 19 ᾿ê Tîrmehê li gelê Kurd pîroz kir. Di şahiyê de Peyama  Meclîsa biratiya Kurd û Ereban, Nûnerê Desteya Bilind a Kurd jî axivîn û şoreşa Tîrmehê li hemû pêkhateyên rojava pîroz kirin.

Di şahiyê de jin û zarokan cilên netewî li xwekirin. Şahî bi stran û kovendê dom kir. Şahî bi xwendina peyama sazî û rêxistinên civakî, siyasî, aborî û çandî bi dawî bû.

CINDÊRIS

Bi heman armancê li Navçeya Cindêrisa Efrînê duh di demjimêr 16.00᾿an de meşek ji ber depoya avê ya li ser riya Otostrad a Efrînê bi beşdariya hezaran kesî hate destpê kir. Jinên Kurd û ciwanan bi cilên xwe yên netewî meşê xemilandin. Meşvanên ku bê navber siloganên silav kirina şoreşê qîrkirin, pankartên li ser nivîsîbûn “Em salvegera 19᾿ê Tîrmehê li Gelê xwe Pîroz dikin.” heta ber Mala Gel a navçeyê meşiyan. Li vir şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rojhat Efrînî axivî û şoreşa 19᾿ê Tîrmehê li gelê Rojava pîroz kir û êrîşên dawî li li ser herêmên Kurdî şermezar kir.

Şahî bi stranên Koma Şehîd Berçem û govenda Koma Şehîd Ferhad a Dîlanê dom kir. Şahî bi siloganan bi dawî bû.

ŞÊRAWA

Bi heman armancê li Gundê Berad ê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî duh êvarê şahiyek hate lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Di şahî de endamê TEV-DEM᾿ê Seberî Çiya axivî û şoreşa 19᾿ê Tîrmehê li gelê Kurd û hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan pîroz kir. Çiya da zanîn ku, gelê Kurd ji gava xwe ya ku avêtiyê venagere û êrîşên dawî li ser herêmên Kurdî şermezar kir.

Şahî bi strana û govendên komên herêmî bi dawî bû.

ŞERA

Li ber navenda hêzên Asayîşê ya navçeya Şera ya Efrînê jî bi beşdariya sedan kesî şahiyek hate lidarxistin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Serokê Meclîsa Navçeya Şera ya Efrînê Eslan Eslan axivî û şoreşa Tîrmehê li gelê kurd pîroz kir.

Di şahiyê de Endama Komîteya Rêveber a TEV-DEM᾿ê Rûken Ehmed axivî û da zanî ku, hêzên rejîma Baas hîn bi hemû hêza xwe li dijî destkeftiyên gelê Kurd kar dikin. Rûken Ehmed êrîşên li Serêkaniyê, Til Temir, Girkê Legê û Çelaxa şermezar kir. Li ser navê hêzên Asayîşê jî axaftin hate kirin û şoreşa 19᾿ê Tîrmehê li gelê Kurd hate pîrozkirin.

Şahî bi stranên hunermend Mihemed Welîd, Rakan Mistefa, Koma Şehîd Çekdar dom kir. Di şahiyê de şano û govend jî hatin pêşkêşkirin.

Ciwana şahî bi meşê bi dawî kir û di meşê di siloganên “Bijî Serok Apo, Bijî berxwedana 19᾿ê Tîrmehê” qîr kirin.