Li Rîzeyê di înşaeta tunelê de hezaz pêk hat: Kesek mir
Li Rîzeyê di înşaeta tunelê de hezaz pêk hat: Kesek mir
Li Rîzeyê di înşaeta tunelê de hezaz pêk hat: Kesek mir
Di înşaeta tunela Îkîzdereyê de hezaz pêk hat, karkerekî jiyana xwe ji dest da. Sê karkerên di bin hezazê de man jî birîndar bûn.
Li navçeya Îkîzdere ya Rizeyê li gundê Guneyce di înşaeta tunela ku berdewam dike de hezaz pêk hat, karkerekî jiyana xwe ji dest da. Sê karkerên ku di bin hezazê de man birîndar bûn.
Mustafa Çoban ê 50 salî di hezazê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha Mehmet Çoban ê 50 salî, Bîrol Tombul ê 26 salî û Mustafa Can ê 50 salî jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Xebata înşaetê hat sekinandin û lêpirsîn hat destpêkirin.