Li Rihayê girtin, li Tekîrdagê binçavkirin

Li Rihayê Hevseroka DBP'ê ya bajêr hat girtin, li Tekîrdagê jî Rêveberê HDP'ê hat binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma Qesrê/AKP'ê didomin. Di vê çarçoveyê de Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Yasemîn Kiliç hat girtin û Rêveberê HDP'ê yê navçeya Çorlûyê Sedat Karaagaç hat binçavkirin.

Li ber avahiya Şaxê Sendikayên Kekdar ên Tenduristiyê ya Rihayê (SES) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve jin li hev civiyan. Polîsên dewletê êrîşî jinan kir û 23 kes ku 21 jê jin in binaçavkirin û piştî lêpirsîna li emniyetê derxistin pêşberî dadger.

Hevserokê Şaxa Sendikaya Kekdar a Borûyê Leyla Sezer û Hevseroka berê ya Şaxê SES'ê Rûken Kilinç jî di nav de 22 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hevseroka DBP'ê ya bajêr Yasemin Kiliç bi hînceta 'propagandaya rêxistinê' û 'heqaret li serokkomar' kiriye sewqî dadgehê hat kirin. Kiliç piştî ku îfade da dadgehê bi îdaya 'propagadeya rêxistinê' kiriye hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa T.

TEKÎRDAG

Rêveberê HDP'ê yê navçeya Çorlû Sedat Karaagaç bi hînceta parvekirinên medya civakî di ser mala wî de girtibûn û binçavkirin. Ji bo ku îfadeya Karaagaç were girtin birin qereqola jandarmeyan a Çorlûyê.