Li Rihayê 5 kes hatin girtin

Li Rihayê 5 kesên ku bi îdîaya destek dane greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi çalakiyê kiriye hatin girtin.

Ji 47 kesên di serdegitina polîsan a li ser avahiya HDP’ê ya ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê Leyla Guven Osman Kikiç, Cemîle Dagtekîn, Mehmet Altûndag, Osman Aydogdu û Mehemt Şahîn 3 kesên ku navê wan nehate zanîn hatibûn destgîrkirin hatin berdan, 39 kes jî birin edliyeyê.

Ji 39 kesên birin edliyeyê Hevserokê HDP’ê Bekir Karakeçîlî bi sûcê ‘alîkarîkirina terorê’ û Dayika Aştiyê Selvî Otunc, Hadle Ogûr li gel Şûkrû Tûrgût, Mehmet Alî Oba jî bi îdîaya ‘propagandakirina rêxitstina terorê’ hatin girtin û 33 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Her wiha Halîd Muslum ê xebatkarê avahiya partiyê ku welatiyê Sûriyeyê ye ji bo rêkirina Sûriye radestî Navenda Şandina Veger a Daîreya Koçê.